Raporeke Amerîkî: Qirkirineke Nijadî li herêma Tîgrayê çêdibe

Raporeke razî ya Amerîkî teqez dike ku li herêma Tîgrayê ya Etyopyayê “Qirkirineke Nijadî Plankirî” pêk tê.

Rojnemeya The New York Times ragihand ku wan raporeke razî ya hikumetê Amerîkayê ya têkildarî herêma Tîgrayê, ku di vê mehê de hatiye amadekirin, bi dest xist.

Li gorî raporê, hin berpirsên hikumeta Etyopya û çekdarên girêdayî wê li herêma Tîgrayê “Qirkirineke Nijadî Plankirî” daye meşandin.

Kirinên dizî û talankirinê, her wiha destdirêjiya li jinan û koçkirina xelkên gelek gundan ku heta niha çarenûsa wan nediyar e jî, di raporê de hatine belgekirin.

Çavkaniyê bi bîr xist ku raporê her wiha navên berpirs û çekdarên li herêma Emhera ku piştgiriya xwe ji serokwezîrê Etyopyayê Ebî Ehmed digirin û tevlî vê qirkirinê bûne, rêz kirine.

Back to top button