Hêzên Têkoşîna Dijî madeyên narkotîk li Minbicê 3 bikarhêner û belavkerên madeyên narkotîk girtin.
Malpera fermê ya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hêzên wan agahî wergirtin ku hin kes li nava Minbicê madeyên narkotîk difiroşin û bi kar tînin.
Li gorî malperê, endamên Hêzên Têkoşîna Dijî madeyên narkotîk ew kes şopandin piştî agahî û delîl hatin komkirin hêzê bi ser wan de girt û ew kes girtin.
Di operasyonê de 2 zilam û jinek hate gitin.
Li gel wan ev tişt desteserkirin:
“Madeyên narkotîk yên weke krîstal, heşîş û amtên bikaranîna wan madeyan.
Çeka kilaşînkov.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku ger gumana bikaranîna madeyên narkotîk li kesan bikin bila hêzên wan agahdar bikin.