Dayikên Laçikspî bang li desthilatdaran kir ku Kurdistanê nexin bin zextan

Dayikên Laçikspî li Başûrê Kurdistanê,bang li desthilatdarên başûr kirin ku rê nedin êrîşên dagirkerîyê.
Dayîkan bang li alîyê Kurd kirin ku aştî û yekîtiya xwe ava bikin.

Dayikên Laçikspî di çarçoveya bernameya xwe ya dijî êrîşên dagirkeriyê û hewldanên derxistina şerê Kurd bi Kurd, serdana Saziya Şehîdên Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.

Dayik li navenda saziyê ji aliyê rêveberê Saziya Şehîdên Kurdistanê Edîp Letîf ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê dayikan li pêşiya saziyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li ser navê dayikan Fewziyek Ebdulkerîm daxuyanî xwend û got:

“Peyama me peyama aştiyê ye. Em ji desthilatdarên Kurdistanê dixwazin ku Kurdistanê nexin bin zextan.”

Fewziye Ebdulkerîm da zanîn ku hewldanên wan dê berdewam bikin û serdana aliyên din jî bikin û got ku ew dixwazin Kurdistan aram bibe û erka hemû aliyên Kurd e rêya aştî û yekîtiyê vekin.

Back to top button