Meclisa Leşkerî ya Minbic: 5 çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xist.
Di çalakiyê de 5 çeteyên dewleta Tirk birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî çalakiyê ev agahî parve kirin.

Doh 8’ê Sibatê hêzên me çalakiyek li dijî nuqteyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk li gundê El Mihsenlî yê dagirkirî li dar xist.

Di çalakiyê de 5 çete birîndar bûne.

Rewşa 3 ji wan giran e.

Her wiha nuqteya leşkerî tevî çekên tê de hate rûxandin.

Navendê dazanîn ku çalakî weke bersivda êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê ye ku hemwextî wê êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn.

Dewleta Tirk a dagirker rojane ji baregehên xwe yên li Cerablusa dagirkirî, eniyên kantona Minbicê topbaran dike.

HRE: Li Maree çeteyek dewleta Tirk a qirker hate kuştin

Li aliyekî din, Hêzên Rizgariya Efrînê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan li dijî çeteyên li Maree çalakiyek pêk anîne.

HRE diyarkir ku di çalakiya sekvanî ya 6’ê Sibatê pêk hatî de, çeteyek dewleta Tirk hate kuştin.

Back to top button