Finlandiya dê du mehê din sînorê xwe ji Rûsya re girtî bihêle

Fînlandiya ji ber nêzî hezar 300 penaber bêyî belge û vizeyan li sînorê Rûsyayê derbas kirine biryara girtina sînor da.

Nifûsa Fînlandiyayê 5,6 mîlyone, hejmarek zêde penaber derbasî welêt dibin.

Piranî ji welatên Rojhilata Navîn û Afrîqayê berê xwe didin Fînlandiyayê.

Kesên derbas dibin jî ji Fînlandiyayê daxwaza bicîhbûnê dikin.

Fînlandiya ragihand ku dê heya 14’ê Nîsanê sînorê xwe bi Rûsyayê re girtî bihêle.

Hikumeta Fînlandiyayê derbarê vê yekê de daxuyanî da.

Hikumetê diyar kir ku penaberên li Rûsyayê tên ji bo ewlehî û aramiya Fînlandiyayê xeteriyeke cidî ye.

Her wiha hikumetê mêtirsiyê xwe anî ziman û got:

“Heger sînor bê vekirin dê hejmarek zêde penaber derbasî welêt bibin.”

Her 8 xalên derbasbûnê yên li ser sînorê Fînlandiya-Rûsyayê ji 15’ê Kanûnê û vir ve girtî ne.

Li Vainikkalayê nuqteya kontrolê ya trênê ya ku trênên kargo tê de derbas dibin ji bo niha vekirî ye.

Back to top button