Di 24 saetan de ji ber êrişên Îsraîlê 107 Filistînî mirin

Di roja 126’an ya şerê Hemas û Îsraîlê de li Xezayê 107 kes hatin kuştin, 142 kes jî birîndar bûn.
Wezîrên Karên Derve yên welatên Ereb banga bi dawîkirina şer kirin.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres jî têkildarî amadekariyên şer yên li dijî Refahê Îsraî hişyar kir.
Serokê Amerîkayê Biden jî xwest navbereke demkî ji bo şer bê dayîn.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de 126 roje bê navber didome.

Li Xezayê di nava 24 seetên dawiyê de ji ber şer û êrişan bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê 107 Filistîniyên din hatin kuştin û 142 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê di roja 126’an ya şer de hejmara Filistiniyên ku hatin mirin derket 27 hezar 947’an û ya birîndar jî bû 67 hezar 459.

Wezîrên Karên Derve yên Ereb daxwaza bi dawîkirina şer kirin

Duh li paytexta Erebistana Siûdî Rîyadê civîna wezîrên karên derve yên welatên Ereb hat lidarxistin û şerê li Xezayê hate nirxandin.

Di civîna wezîrên Ereb de hate xwestin ku şerê li Xezayê bi dawî bibe, agirbest bê pêk anîn, sivîl bên parastin û astengiyên li pêşiya alîkariyên mirovî bên rakirin.

Her wiha wezîran ji bo çareseriya du dewletî bang kirin ku gavên pêwîst bên avêtin.

Guterres: Êrişa li dijî Refahê wê karesata mirovî zêde bike

Li aliyê din artêşa Îsraîlê amadekariyên li dijî herêma Refahê ya Xezayê dike.

Hat ragihandin beriya operasyonê, artêşa Îsraîlê xebatan dike ku xelkê vê herêmê bişîne bakurê Xezayê.

Têkilkdarî vê yekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Antony Guterres li ser hesabê xwe yê medya dijîtal daxuyanî da û Îsraîl hişyar kir.

Guterres diyar kir êrişeke li dijî herêma Refahê ya li Xezayê wê êş û karesatên mirovî zêde bike û wiha got,

“Encama vê yekê wê li ser herêmê giran be. Nîvê nufûsa Xezayê niha li Refahê bi cih bûye û wekî din cihekî wan yê ku biçin tune ye.

Planên artêşa Îsraîlê ya êrişa li dijî Refahê fikaran zêde dike. Çalakiyeke wiha nikare bê pênasekirin û wê encamên herêmî karesetata mirov zêde bibe.”

Biden: Li Xezayê mirov ji birçîna dimirin, divê ev yek bi dawî bibe

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî têkildarî rewşa li Xezayê li Qesra Spî daxuyanî da.

Biden diyar kir êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê gelekî mubalaxa ye û got, “Li Xezayê hejmareke zêde mirovên bê guneh ji birçîna dimirin, divê yek bi dawî bibe.”

Biden diyar kir ji bo asayîkirina têkiliyên Îsraîlê û Erebistana Siûdî, zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo Filistiniyan û serbest berdana dîl girtiyên ku Hemasê revandine, ew zextê dikin ku ji bo şer navbereke demkî bê dayîn.

Li Xezayê di nava 24 saetan de 130 kes mirin 840 kes jî birîndar bûn

Back to top button