HPG’ê nasnameya şehîd Serhed Têkoşîn eşkere kir

Hêzên Parastina Gel HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku Adara 2023’an li Zapê şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji gelê welatparêz yê Kurdistanê re xwest û soza xwedî-derketina mîrasa têkoşîna şehîdan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê Azadiya Kurdistanê Serhed Têkoşîn eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku hevreyê wan Serhed Têkoşîn 7’ê Adara sala 2023’an li rojavayê Zapê şehîd bûye.

HPG: Heta şehadeta xwe xwedî meşeke bênavber bû

HPG’ê diyar kir gerîla Serhed ji kêliya ku tevlî refên gerîla bû heta şehadeta xwe xwedî beşdariyeke xurt û meşeke bênavber bû û wiha got:

Hêza azadiyê di dilê hevreyê me de şewq da û bû mîlîtanekî baş ê Apoyî.

Hevrêyê me yê hêja ji Xakurkê heta Garê û Zapê li gelek herêman şer kir û derbên giran li dijmin da.

Li gel taybetmendiya xwe ya şervanekî wêrek bi hevrêtiya xwe ya bi hêz jî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Di serî de ji malbata gerîlayê şehîd, HPG’ê ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza xwedîderketina mîrasa têkoşîna şehîdan nû kir.

Agahiyên ser nasnameya gerîlayê şehîd wiha ne:

Nasnav: Serhed Têkoşîn
Nav û paşnav: Semîh Kaya
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dayikê: Perîşan
Navê bav: Reşît
Cih û dîroka şehadete: 7’ê Adara 2023’an / Zap

Back to top button