Salvegera 9’an a şihadeta Deniz Firat

Weke vê rojê berxwedan dihate ragihandin û destan dihatin nivîsandin. Îro 9 Sal bi ser şihadeta Deniz Firat re derbas dibe.
Deniz Firat a ku li Kurdistanê şahidiya bûyer û êrişan kiriye, him şoreşger û him jî rojnamevan bû.

Sal derbas dibin û mîrasa parastî ya çapemeniya jin her bi wate dibe.

Ev mîras bi Gurbeteli Ersoz, Denîz, Nûjiyan, Sarya, Şîlan û bi dehan hevrêyên din ên çapemeniyê hatiye parastin.

Yek ji kesên ku bi vê mîraseyê mezin bûye, Leyla Yildiztan, bi Deniz Firat tê naskirin e.

Deniz şoreşger û rojnamevan bû.

Sala 1984 li gundê Xeç Xatunê yê navçeya Çardêran a Wanê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Ji ber êrişên qirker ên dewleta Tirk ên salên 1980’î neçar dibin ji welatê xwe penaber bibin.

Rêwîtiya wan a penaberiyê ji Bakurê Kurdistanê dest pê dike heya bi Rojhilatê Kurdistanê û herî dawî jî li Başûrê Kurdistanê bi cih dibin.

Ji ber malbata wê ya welatparêz di her gaveke rêwîtiyê de rastî êriş û zilma dagirkerên Kurdistanê hatine.

Deniz di temenekî pir biçûk de êşa penaberiyê his dike.

Lê ew rastiya vî şerî û zehmetiyan vediguherîne gera li heqîqet û jiyana azad.

Ji bo keda wê jî biserxistina doza Kurdan de hebe sala 1992 yan tevlî nava refên gerîla bûye.

Li kêleka xeta şoreşgeriya jin riya çapemeniyê jî hilbijart.

Lewam 2007’an di nava xebata çapemeniyê de cih girtiye.

Deniz di ajansa nûçeyan a Firatê ANF, Rojnews, Stêrk Tv de kar kiriye.

Lê kêleka wê jî hem rojnivîs, gotar nivîsandiye.

2013’an jî li wargeha Penaberan xebatên rojnameya Dengê Welat kiriye û bi dehan rojnamevan perwerde kiriye.

Denîz di şerê li Kurdistanê de, şahidiya gelek bûyeran kiriye.

Di êrişa DAIŞ ê li Musilê wekî rojnamevanek berxwedana gerilayan radighand.

Herî dawî 8’ê Tebaxa 2014’an dema çeteyan DAIŞ êrişî wargeha panaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê kir, dîsa bi kemîreya xwe li eniya pêş bû.

Bi ked û berxwedana xwe di encama vê êrişê de gihaşt asta şihadetê.

Denîz, bi pênûs, û kemîreya xwe bû dengê gerîlayên Kurdistanû û gelê xwe.

Wê jî weke hevalên beriya xwe yê çapemeniyê nasname û xeta çapemeniya jina azad, ava kir.

9 sal derbas bi ser şihadeta Deniz re derbas bû, hîna jî hevre û hezkiriyên çapemeniyê li pey şopê wê û hevalên wê ne.

Back to top button