Buldan: Doza Kobanê doza hilanîna tola hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 31’ê Adarê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li ber hilweşînê ye, wê bi mezinkirina têkoşînê têk biçe. Perwîn Bûldan got: “heta Kurd azad nebin gelên Tirkiyeyê jî azad nabin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, îro di civîna koma partiya xwe de axivî.

Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser doza Kobanê ya li dijî partiya wan hatiye vekirin û wiha got:

“Ev doz doza desthilatdariyê ya ji bo hilanîna tola hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 31’ê Adarê ye.

Îdîanameya ji 3 hezar û 530 rûpelî û 324 dosyayî ku delîlek jî tê de nîne qebûl kirin.

Eger dosyayên li ser dozên têkildarî komkujiyên bi destê DAIŞ’ê ve hatine kirin were vekirin wê bi qasî yek ji 10 parên îdîanameya Kobanê jî nebe.

Lê dema mijar HDP be, bi hezaran rûpel têne tijîkirin, lê nekarîn delîlan peyda bikin.”

Pervîn Bûldan diyar kir komplogerên ku dixwazin doza Kobanê zû bi encam bikin û vê yekê ji doza girtina HDP’ê re bikin çavkaniyek, wê nikaribin bi ser bikevin..

Pervîn Buldan: Desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye

Pervîn Bûldan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li ber hilweşînê ye, nikare bi siyasetê derkeve pêşberî gel, û bi biryarên dadgeriyê yên nehiqûqî, bi zext û zordariyê hewl didin tirsê berdin nava civakê.

Pervîn Bûldan da zanîn gel wê bi mezinkirina têkoşînê desthilatdariyê ji AKP-MHP’ê bistîne.

Pervîn Buldan: Her ku xwedî li HDP’ê tê derketin, tifaqa AKP-MHP’ê dihele

Hevseroka HDP’ê berpirsyariyên HDP’ê di vê pêvajoya dîrokî destnîşan kir û wiha got:

“Bi navê HDP’ê me biryardariya xwe ya ji bo parastina gel careke din bi xurtî nîşan dan.

HDP hêviya gelan, baweriyan, jinan, ciwanan û bindestan e. Her ku xwedî li HDP’ê tê derketin, tifaqa AKP-MHP’ê dihele.

Her ku em têkoşînê mezin dikin, hilweşîn û têkçûna desthilatdariyê jî mezintir dibe.

Em zanin ku heta Kurd azad nebin gelên Tirkiyê azad nabe, heta jin azad nebe, mirovahî azad nabe. Bi vê bîr û baweriyê em ê rêya demokrasî û aştiyê her tim vekin.”

Back to top button