Vîrûsa nexweşiya Meymûnê li Ewropa belav dibe

Piştî vîrûsa Covid-19 li Ewropa vîrûsa Meymûnê ya belav bûye.
Li Îngilîstanê di 10 rojên dawî de 7 bûyerên nexweşiya meymûnê derketin.
Ev nexweşî li Portekîzê jî di 5 kesan de hate dîtin.
Li Spanyayê jî heşt bûyerên gumanbar hene.

Li gorî nûçeya The Guardianê, vîrûsa meymûnê ku bi giştî li parzemîna Afrîkayê hatiye sînordarkirin, piştî Brîtanya, Portekîz û Îspanyayê, di van demên dawî de li DYA’yê jî hatiye dîtin.

Piştî dozê li eyaleta Massachusetts ya DYA, rayedaran ragihandin ku wan bi rayedarên tenduristiyê yên Brîtanya û Kanada re têkilî daniye.

Rayedaran diyar kirin ku ev nexweş gefê li civakê naxwe, li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wî baş e.

Nexweşiya ku jê re vîrusa meymûn tê gotin, pêşî bi nîşaneyên mîna gripê û werimîna girêkên lenfê dest pê dike.

Piştre xwerîna li ser laş despê dike.

Li Afrîkayê, vîrusa meymûnê bi gelemperî ji ber lêdana roz an kêzikan çêdibe.

Lê belavbûna wê di nav mirovan de bi gelemperî nayê zanîn.

Her çend vîrûsa meymûnê bi gelemperî sivik e jî, guhertoya Kongoyê ji du guhertoyên wê yên sereke dijwartir e.

Metirsiya mirinê li gorî li Rojavayê Afrîkayê ji sedî 1’e, di guhertoya Kongoyê de ji sedî 10 e,

Back to top button