Rûsya: Berteka me ya beşdarbûna Fînlandiya ji NATO re wê sûprîz be

Di nava pêvajoya endamtiya Fînlandiya û Swêd ya ji bo NATO yê re, çav li helwesta Rûsya ye.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku wê bersiva wan a ji bo beşdarbûna Fînlandiyayê ya li ser serlêdana endamtiya NATOyê “sûrprîz” be.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Rûsî TASS`ê, Zaxarova diyar kir ku piştî hemû faktor û taybetmendî li ber çavan bên girtin biryara bersivdayîna Rûsyayê ya li hemberî endametiya Fînlandiyayê di serî de ji aliyê artêşê ve tê dayîn.

Li ser pirsa rojnamevanekî Fînlandî, Zakharova got,

“Ev pirs ji Wezareta me ya Parastinê re ye.

Biryar dê hemû hûrgilî û faktorên têkildar bi pêşveçûna pêvajoya endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê li ber çavan bigire.

Li gorî hemû pîvanan ev biryar beriya her tiştî wê ji aliyê artêşê ve were girtin.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku berteka wan li hember biryara Swêd ya ji bo endambûna NATOyê jî wê girêdayî bi cihkirina bingeh û çekên biyanî yên leşkerî yên li vî welatî be.

Back to top button