ji ber gaza serayê asta derya û germahiyê bind dibe

Sala borî herî kêm çar nîşaneyên germbûna gerdûnî gihişt asta rekorê.
Sekreterê Giştî yê WMO got;
Guherîna avhewayê ji bo cîhanê dibe pirsgirêka herî girîng.”

Li gorî rapora Rêxistina Meterolojî a Cîhanê ku li Cenevrê di derbarê avhewaya cîhanê ya sala 2021’an hat weşandin, rêjeya gazên serayê, asta deryayê, germahî û asîdbûna okyanûsan qet ewqas zêde nebûye.

WMO ya girêdayî NY li bendê ye ku gorî van nîşandanan salên bê wê ji rewşa heyî xerabtir bibe.

Sala borî rewşa hewayê yên dijwar jî bû sedema bi sed milyar dolar leçûnên aborî û windakirina gelek canan.

Her çiqas hewildana pêwîst bê nîşan kirin jî heya sala 2060’an bûyerên avhewayê yê tund zêdetir bibe.

Sekreterê Giştî yê WMO Petterî Taalas daxuyaniyek da ji raya giştî re got;

“Şerê li Ukraynayê beriya rapora IPCC hat lê guherîna avhewayê ji bo cîhanê dibe pirsgirêka herî girîng.”

Li gorî rapora WMO, 2021 bû yek jî heft salên ku herî germ derbas bû.

Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres roja çarşemê di daxuyaniyekê de banga koalîsyonek cîhanî kir ku teknolojiya enerjiya nûjen bibe malê giştî.

Back to top button