Amerîkayê bi tohmeta hêsankirina danûstandinên derayî yên DAIŞˊê duh cezayên nû li ser 3 kes û 6 şîrketan birîn.
Washingtonê diyar kir ku ev gav di çarçoveya zexta berdewam ji bo jihevxistina torên derayî yên DAIŞˊê li ser asta cîhanê de pêk tê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku sazî û kesên hedefgirtî li Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkaya Rojava dixebitin, veguhestina pereyan bi rêya sînoran ji bo DAIŞˊê hêsan dikin.
Wezaretê diyar kir, tora wan ji Fransa, Sûriye, Tirkiye û heta Nîjeryayê dirêj dibe.
Li gorî cezayan, di çarçoveya hewldanên Washingtonê yên qutkirina xetên piştgiriya derayî ya cîhanê de,
Mal û milkên wan kesên ku di lîsteyê de ne, tên cemidandin.
Wezaretê da zanîn ku, ew ê hemû amûrên dîplomasî û qanûnî ji bo hesabpirsîna rêxistina DAIŞˊê bi kar bîne.



