Çanvdêriya mafên mirovan li Sûriyê têkildarî xetereya veguherîna daxwaza dadê li Sûriyeyê bo “kiryarên tolhildan û cezayê komî yê ku li dijî hindikahiyan têne armancgirtin” hişyarî da .
Çavdêriyê diyar kir ku protestoyên di meha Hezîranê de li gelek parêzgehên Sûriyeyê kû hatin dîtin,
Di nav de şîdet û teşwîqkirina nefretê ya li ser bingeha nasnameyê hebûn.
Li kêlek wê jî destdirêjî li kesan, mal û milkên xelkên li Şamê û Îdlibê hatin kirin.
Kesên bi tawana girêdayî rejîma berê ne, hatin hedefgirtin û kuştin.
Rêxistinê bang li desthilatdaran kir ku zû lêkolînê li ser hemû binpêkirinan bikin.
Girtiyan ji kiryarên dadweriya gel biparêzin û dadgehên dadmend û serbixwe misoger bikin.



