Şêniyên Girkê Legê pirsgirêkên kehrebê bi hev re çareser dikin

Piştî ku dagirkeriya Tirk binesaziya herêmê bombebaran kir, gelek sazî ji xizmetê derketin.
Şêniyên Kantona Cizîrê bi hevgirtin û tevkariyê pirsgirêkên ji ber êrişên dagirkeriyê derketine derbas dikin.

Ji ber qutbûna kehrebeyê li ser bîrên avê, saziyên Rêveberiya Xweser çareseriyên alternatîf peyda kirin.

Yek ji wan çareseriyan dabînkirina ava vexwarinê bi rêya danîna jeneratorên kehrebeyê bû.

Cotkar Beşîr Hec Mehmûd ê ji gundê Mistefawiyê yê navçeya Girkê Legê, piştî aloziya avê jeneratora xwe ya kehrebeyê xist xizmeta bîrên gundê xwe û ava vexwarinê ji wan re peyda dike.

Hac Mehmûd diyar kir ku ew heftane 3-4 rojan jî li navçeya Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê digere û avê li şêniyan belav dike û got:

“Heta kehrebe bê bîrên avê ez ê vî karî bidomînim, pêwîst e di kirîzan de hevgirtinek hebe da ku derbas bibe.”

Beşîr Hesen destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk koçberkirina şêniyan û dagirkirina herêmê ye û got:

“Em ê li ser vê xakê bimînin û Tirkiya dagirker derkeve.”

Back to top button