Çeteyan li Efrînê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk welatiyek Kurde ji Efrînê ye ku bi darê zorê ji Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve hatibû şandin, revand.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê:

“Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ yên girêdayî dewleta Tirk welatiyê bi navê Elî Ebdurehman Mihemed Elî (43) revand.

Ew bi xwe ji gundê Qizilbaşa yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî ye.”

Desthilatên Tirk di 2023ˊyan de di çarçoveya şandina bizorê ya penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê, Elî ber bi Efrînê ve şandibû.

Li Efrînê 2 welatî hatin revandin

Back to top button