Parlamneter Alî Bozan: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan li ser Meşa Azadiyê axivî û got:
“Armanca me ji vê çalakiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ne tenê rakirina tecrîdê ye.
Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê Birêz Ocalan azad bibe.”
Fûad Esad ê ku salên 1995 û 1998’an Rêber Apo dîtiye got:
“Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîneke xurt bê meşandin.”

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan li ser Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye, axivî.

Alî Bozan diyar kir ku Meşa Azadiyê îro di roja pêncemîn de ye ku ji bajarê Qesr û Wanê dest pê kiriye û wiha pê de çû:

“Meşa Mezin ji Qers û Wanê ji du baskan ve bi 75 kesan hate destpêkirin.

Ev 75 kes bi navê bi milyonan mirovî dimeşin.

Gelê Kurd Birêz Ocalan weke îradeya xwe dibîne.”

Bozan anî ziman ku armanc ji hemû çalakiyên ku beriya niha dihatin lidarxistin rakirina tecrîdê bû û wiha domand:

“Lê armanca me ji vê çalakiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ne tenê rakirina tecrîdê ye.”

Alî Bozan: Tecrîd bandorê li 85 milyon mirovî dike

Bozan diyar kir ku tecrîd li ser Rêber Apo bandorê li 85 milyon mirovî dike û got:

“Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê Birêz Ocalan azad bibe.

Heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Fûad Esad: Ji bo rêbertî divê em hîn bi xurtî têbikoşin

Welatiyê ji Qamişlo Fûad Esad ê 70 salî jî ku di salên 1995 û 1998’an de bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye, behsa wan hevdîtinên xwe kir û got:

“Di sala 1995’an de ez çûm Şamê û li wir min Rêbertî dît.

Min ji Rêbertî pirsî ku rewşa Kantona Cizîrê çawa dibîne, karê me digihêje encamê yan na.

Wî ji min got ez karê we hêja dibînim lê netêrkere.”

Fûad Esad di dawiya axavtina xwe de anî ziman ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîneke xurt bê meşandin.

Tevî berf û sermaya zivistanê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ 5 roj in dewam dike

Back to top button