Li Tebqayê têkildarî komploya 15’ê Sibatê civînek hat lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de, ji aliyê Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Apo li Tebqayê civînek hate lidarxistin.
Bi heman boneyê li kantona Efrîn û Şehbayê jî civîn hebû.

Bi dehan şêniyên herêmê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan û komînên kantonê beşdarî civînê bûn.

Kesên beşdarî civînê bûn qala komploya navdewletî kirin û gotin:

“Dewletên ku beşdarî komployê bûne wekî Îsraîl, DYA, Yewnanistan û Tirkiye şerê ramanên Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Ji ber ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan li dijî fikrê kapîtalîzmê ye.”

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser komploya navdewletî û raperîna gel a li hemberî komployê hat pêşandan.

Li kantona Şehba û Efrînê ji bo komploya 15’ê Sibatê civîn hat lidarxistin

Bi heman boneyê meclîsa malbatên şehîdan û yekîtiya parêzeran a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo Komploya 15’ê sibatê civînek lidarxist.

Civîn bi dirûşmeya ‘azadiya fîzîlî ya Rêber Apo kilîta aşitiya doza Rojhilata navîne’ bi rêve çû.

Piştre jî li ser têkoşîna li dijî komployê nîqaş hatin kirin.

Ciwanan li Reqayê banga xurtkirina têkoşînê kirin

Tevgerên ciwanan ên li Reqayê jî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin.

Ciwanan ji bo azadiya fîzîkî Rêber Apo banga xurtkirina têkoşînê kir.

Back to top button