Hêzên Asayişê li Menbicê 3 bikarhînerên narkotîkê girtin

Hêzên Asyişê yên Têkoşîna Dijî madeyên narkotîk li Minbicê 3 kes û li Tilkoçerê jî 2 bikarhêner û belavkerên madeyên narkotîk girt.

Navenda ragihandinê li ser malpera xwe ev agahî parvekir:

Hêzên me agahî wergirtin ku hin kes li nava Minbicê madeyên narkotîk difiroşin û bi kar tînin.

Piştî xebata û lîkolîn, roja duşemê 15’Çile hêzên me bi ser 3 kesan de girtin.

Di serdegirtinê madeyên narkotîk hatin hatin desteserkirn.

Navendê diyarkir ku kesê sûcdar û tiştên hatine girtin ji bo tomarkirina qanûnî ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.

Li Til Koçerçerê du bazirganên narkotîkê hatin girtin

Her wiha hêzên têkoşîna li dijî madeyên narkotîk ragihand ku hêzên wan di 26’ê Kanûna 2023’an de jî li Tilkoçerê 2 firoşkar û bikarhînerên narkotîkê girtine.

Navendê diyarkir ku li gel herdu bazirganan, gelek hebên narkotîk û amûrên bikar anîna wana hatine girtin.

Di dawiyê de navendê diyarkir ku hêzên wan ji bo têk birina vê nexwşiyê di nava civakê de her wê di nava tekoşînê de bin.

Hêzên Asayîşê bang li welatiyan kir ku kesên bi gumana narkotîkê li doara wan hebin, hêzên wan agahdar bikin.

Li Şehba firoşkare û belavkarekî narkotîkê hat girtin

Asayişê diyarkir ku roja Sêşemê 9’ê Çile li Şehbayê jî firoşkar û belavkarekî narkotîkê girtin.

Back to top button