Li bajarê Amûdê 25 jinên ciwan tevlî maratona yekemîn a bisiklêtê bûn

Îro bi danê sibehê li bajarê Amûdê maratona yekemîn a bisiklêtan a jinan di bin navê Ez Bisiklêtekî dixwazim li dar ket. Yekîtiya sporê û ofîsa jinê ya desteya şaredariyan maraton bi rêxistin kirin. 25 jinên ciwan ji bajarê Qamişlo û Amûdê tevlî maratonê bûn.

Bi armanca destekdayîna jinan a daxwaza ajotina bisiklêtan bi awayekî serbest di nava bajaran de, tîmeke bisiklêtan taybet bi jinan li ser asta herêma Cizîrê hat amadekirin.

Îro vê sibehê tîma bisiklêtan a jinan maratona xwe ya yekemîn li bajarê Amûdê di bin navê Ez Bisiklêtekî dixwazim li dar xist.

Maraton ji aliyê Yekîtiya Sporê ya Herêma Cizîrê û ofîsa jinê ya desteya şaredariyan ve hat birêxistinkirin.

25 jinên ciwan ji bajarê Qamişlo û Amûdê tevlî maratonê bûn.

Pêşbirk ji çerxerêya Dirbêsiyê ya bajarê Amûdê dest pê kir û li cem çerxerêya peykerê Jina Azad bi dawî bûn.

Hemû pêşbirên jin ên serkeftî ji aliyê yekîtiya sporê û ofîsa jinê ve hatin xelatkirin.

Kampanya Ez Bisiklêtekî dixwazim wê li bajarên din ên herêma Cizîrê di demên pêş de were lidarketin.

Back to top button