Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dorpêça hikumeta Şamê meşiyan

Îro li şehbayê şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warê xwe koçber bûne, bi meşekê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê şermezar kirin.

Bi nêzîkbûna salavegera 3. a êrîşên dewleta Tirk li sere Efrînê, hêzên Hikumeta Şamê herêma şehbayê dorpêç dike û nahêle pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê bibe.

Îro bi sedan şêniyên Efrînê yên Kocber û Şehbayê li pêşiya bendên kontrolê yên hikumeta Şamê bi meşekê dorpêçkirina herêma şehbayê şermezar kirin

Şêniyan diyar kir ku ji bo îradeya gelê berxwedêr bişkînin, hêzên hikumetê siyaseta birçîbûnê li dijî Efrîniyên koçber dimeşîne.

Şêniyan eşkere kirin ku dewleta Rûsya jî şirîkê van sûcan e û dest nîşan kirin ku siyaset û kiryarên bi vî rengî wê vîna wan ji bo vegera Efrînê neşkînin.

Back to top button