Çalakiya konvedanê li Qamişlo di roja 5’an de dewam dike

Li dijî tecrîda ser rêber Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê, çalakiya konvedanê li Qamişlo dewam dike.

Çalakiya konvedanê ya bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi ser bikevin” li parka nêzî Komseriya Bilind a Netewên Yekbûyî di roja 5’an de dewam dike.

Îro ciwanên ji naçveyên Dêrik û Çilaxa beşdar bûn.

Li ser navê ciwanên beşdar bûn daxuyaniyk hat dayîn.

Ciwanan domandina tecrîda li Îmraliyê û zêdebûna zextên ser girtiyên li zindanên Tirkiyê şermerzar kirin.

Ciwanan gotin ku dewleta Tirk wê nekare vîna wan bişkîne û wê berxwedan wan dewam bike.

Back to top button