30 leşkerên hikumeta Şamê û 8 çete hatine kuştin

Li Çolistana Sûrî şerê dinavbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne.
Tenê ji destpêkirina vê mehê 30 leşkerên hikumeta Şamê û 8 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di 14 rojên pêşîn ên Sibatê de 8 çeteyên DAIŞ`ê û 30 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Her wiha diyar kir ku zêdetirî 31 kes ji her du aliyan birîndar bûne.

Li gorî SOHR`ê şer û pevçûn herî zêde li çolistana Himsê ne.

Tevî vê, balafirên şer yên Rûsyayê jî êrişên xwe li dijî şikeftên çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.

Back to top button