Li Bakur û Tirkiyê çalakiyên roja reş: Rêber Apo û firkrê wî biser ket

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê tevî zexta faşîzma dewleta Tirkiyê jî komploya navnetewî hate şermezarkirin.
Li dehan bajar û navçeyan di çalakiyên hatin lidarxistin de hate gotin:
Di çaryeka sedsalê de, Rêber Apo û firkê wî biser ket.

Komploya navneteweyî ku gelê kurd û dostên wan weke “Roja Reş” binav dikin, îro li gelek bajaran hate şermezarkirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê jî xwest bi heman boneyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide.

Lê belê rastî astengiya polîsan hatin.

Polîsan ketin û derketina avahiya partiyê girtin û endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Sarûhan ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da hate binçavkirin.

Tevî hemû astengkirinan jî li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî ên Sêrtê jî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber ne çareseriyê hîna êş tên kişandin.

Li Wanê jî bi druşmeyan komplo hate şermezarkirin.

Li Mûş, Bidlîs, Erdexanê û Çewlîgê jî bi pêşengtiya DEM Partiyê komploya navnetewî hate şermezarkirin.

Rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê di çalakiyên bi boneya rojê pêk anîn de, gotin:

Komplo vale hatiye derxistin.

Li Mêrsînê jî dema hat xwestin daxuyanî were dayîn polîsan ketina avahiya DEM Partiyê asteng kir.

Girseyê li pêşiya avahiyê ev kiriyarên polîsan şermezar kir.

Îzmir..Partiya DBP, DEM Partî, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re bi boneya salvegera komploya navneteweyî li avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan.

Hate gotin, di esasê xwe de bi komployê re gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyê tên tecrîdkirin.

Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin

Back to top button