Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Libnanê de 10 kes hatin kuştin

Beriya meha remezanê bê, Îsraîl dixwaze li Şerîda Xezayê bigihêje armanca xwe.
Li kêleka Xezayê di êrişa artêşa Îsraîlê ya li başûrê Libnanê de, 10 kes hatin kuştin.
Hûsiyên Yemenê ku êdî navê wan jî beşdarî şerê li Xezayê bûye ragihand ku ji despêka salê ve, Amerîka û Îngilistanê bêtirî 400 êriş li dijî wan pêk anîn e.

Şerê Îsraîl û Hemas yê li Şerîda Xezayê tenê bi herêmê re sînordar nemaye.

Artêşa Îsraîlê li diji avahiyeke li bajarê Nebatiyê ya li Libnanê êrişa ezmanî pêk anî.

Hat diyar kirin di êrişa bi balafira bê mirov de avahiyek hatiye bombebaran kirin û di encamê de 10 kes hatine kuştin.

Hat ragihandin kesên hatin kuştin pirraniya wan ji heman malbatê ne.

Her wiha hate diyar kirin di heman êrişê de 3 endamên Hizbullahê jî mirine.

Artêşa Îsraîlê jî duh ragihandibû ku wan lli dijî Hizbullaha Libnanê êrişên ezmanî yên berfireh dane destpêkirin.

Misir û Amerîka dixwazin beriya remezanê li Xezayê agirbest pêk were

Şerê Hemas û Îsraîlê didome û hejmara kuştî û birîndaran ya li Xezayê rojane zêde dibe.

Misir, Îsraîl, Amerîka û Qatarê li Qahîreyê li ser rewşa Xezayê civîneke çar alî lidarxistin.

Li gorî medya Îsraîlê civîna ku roja sêşemê destpêkir bi dawî bû.

Hat ragihandin di civînê de pêkanîna agirbesta li Xezayê û berdana dîl girtiyan hate niqaşkirin.

Misir û Amerîka beriya meha remezanê ji bo pêkanîna agirbestê zextê dikin.

Mehmûd Ebas: Rêveberiya Filistînê ji Xezayê berpirsyar e

Serok-dewletê Filistînê Mehmûd Ebas têkildarî rewşa li Xezayê axivî.

Ebas diyar kir Rêveberiya Filistînê ji Xezayê berpirsyar e û got,

“Dema şer biqede em ê tavilê bikevin nava tevgerê.”

Mehmûd Ebas bang li Rêveberiya Biden jî kir ku li ser Îsraîlê zextên cidî bike.

Husî: DYA û Îngilistanê ji despêka salê ve li dijî Yemenê 403 êriş pêk anîn

Husiyên li Yemenê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên Amerîka û Îngilistanê û yên êrişên xwe yên li dijî wan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ji despêk asalê ve, Amerîka û Îngilistanê 203 jê êrişên ezmanî, 403 caran li dijî Yemenê êriş pêk anîne.

Husî: Ji 7’ê Cotmehê ve me li 34 keştiyên DYA, Îsraîl û Îngilistanê xist

Her wiha Husiyan ragihand ku ji destpêkirina şerê Xezayê ve, wan ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li 34 keştiyên Îsraîl, Amerîka û Îngilistanê yên li ser Behra Sor xistine.

Hat diyar kirin ji van keştiyan, 14 yê Amerîka, 7 yên Îsraîlê û 3 jî yên Îngilistanê ne.

Êrişên Îsraîlê yên li dijî herêma Refahê ya Xezayê didomin

Back to top button