Li Germiyanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin

Li navçeya Kelar ya Germiyanê ji aliyê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo duh gelek çalakî hatin lidarxistin û komploya navnetewî hat şermezarkirin.

Çalakî ji grev, xêzkirina wêneyan û semîneran pêk dihatin.

Di çalakiyan de hate gotin ku Rêber Apo komploya navnetewî têk biriye.

Hevseroka Meclîsa Herêma Germiyan a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şeyma Ednan derbarê çalakiyan de axivî û got:

“Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê, me gelek çalakî lidar xistin.

Yek ji wan jî greva birçîbûnê ya rojekê bû.

Her wiha di nav çalakiyan de xêzkirina wêneyê Rêber Apo, semîner û xwendina pirtûkan jî hebû.

Ev çalakî jî hemû ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bûn.”

Çalakvanên Qeladizê: Li dijî Komplo pêwîstî bi kongreya netewî heye

Her wiha çalakvanên Qeladizê jî ya ser bi Îdareya Raperîn ve derbarê tecrîd û komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan de axivîn û gotin:

“Komplo li dijî hemû Gelê Kurd û şoreşa her çar aliyên Kurdistanê bû.

Xwestin di kesayeta Rêber Apo de, hemû gelê Kurd bêdeng bikin.

Lê negihiştin armancên xwe.

Divê Kurd êdî dibin sêwana kongreyek netewî de bibin yek û xwedî helwest bin.”

Ger Kurd bi kongreyek netewî hev negrin, wê hemû armancên komployê jî pêkbên.

Bi yekîtiya Kurdan wê hemû komplo têk biçin.”

Xelkê Mexmûrê bi meşekê Komplo şemezar kirin

Xelkê Mexmûrê jî bi dirûşmeya ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ daketin qadan.

Di meşê de sloganên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Komploya 15’ê Sibatê li Binarê Qendîlê hate şermezarkirin

Back to top button