Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvê şevê Bakur Rojavayê Minbicê û Şehba topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişanh de ev agahî parve kirin :
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh saet di 12:30`an de, gundê Dendeniye û Siyade li bakur rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Li gorî meclisê, 22 top li gundê Dendeniye û 3 top li gundê Siyade ketine.
Her wiha Artêşa Tirk a dagirker wê gundê Xirbet El-Şalê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.