YPJ’ê li dijî baregehekê Tirkiyê çalakî kir, 5 dagirker hatin kuştin

YPJ’ê li dijî baregeheke artêşa Tirk a li gundê Kefîfa yê Eyn Îsayê çalakî pêk anî, têde 5 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

”Hêzên me 1’ê Îlonê saet 06:20’an bi muşekan baregeheke artêşa Tirk a li gundê Kefîfa yê Eyn Îsayê kir armanc.

Di encama çalakiya hêzên me de 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.”

YPJ’ê da zanîn ku ev çalakî ji bo tolhildana 4 zarokên li Hesekê şehîd bûne hatiye lidarxistin.

18’ê Tebaxê Tirkiyê bi balafiran êrişî navenda fêrkirinê ya zarokên keç a li gundê Şimoke yê Hesekê kir.

Di encama êrişa Tirkiyê de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.

Back to top button