Li Amedê konferansa Îslama Demokratîk hate lidarxistin

Li Amedê bi tevlibûna alimên olî, nûnerên rêxistinên baweriyan û jinên oldar Konferansa Îslama Demokratîk pêk hat.
Konferans bi xwendina ayetên ji Qur’anê dest pê kir û beşdaran peyamên girîng dan.
Hate diyar kirin Îbadeta herî mezin, parastina heq e û li dijî polîtîkayên dijminane ên desthilatdarê peyama têkoşînê hate dayîn.
Her wiha di konferansê de, têkoşîna greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî jî hate silavkirin.

Li Amedê, di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî de “Konferansa Îslama Demokratîk” hate lidarxistin.

Gelek alimên olî, nûnerên baweriyan, siyasetmedar û jinên oldar tevlî bûn.

Konferans bi xwendina ayetên Qur’anê dest pê kir û bi axaftinan dewam kir.

Mele Kadeh destpêka konferansê axivî û anî ziman ku ew di xebatên xwe de, cih nadin zilm û zordaran.

Mele Kadeh diyar kir ku kesên xwe wek oldar dihesibînin yekitî, hevrebûn û xizmeta qenciyê ya ola îslamê ji nedîtî ve dibînin û got:

“100 sal e oleke wisa afirandin ku mafê mirovan ji holê rakirin.

Konferansa Îslama Demokratîk: Îbadeta herî mezin, parastina heq e

Paşê Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk Zeynel Kete axîvî.

Zeynel Kete destnîşan kir ku civak demokratîk, exlaqî û demokratîk e û ev tişt anî ziman:

Di civaka Rojhilata Navîn û Mezopotamayê de bi hezaran sale feraseta heqîqet û azadiyê di asta herî jor de bû, lê belê Nemrûd di dema netewdewletan de hatine jiyandin. Azadî nebe dê demokrasî nebe.

Kete diyar kir desthilata yekparêz kijan aliyê wan yê lewaz bi kar bine û bi kîjan hestan koletiya hemdemî bide jiyîn, divê ew wî aliyê xwe xurt bikin.

Piştre peyama parlamentera HDP’a berê Huda Kaya hate xwendin.

Di peyamê de hate gotin, rêya edalet û aştiyê, riya heq e, ji ber îbadeta herî mezin, parastina Heq e.

Di konferansê de têkoşîna greva birçîbûnê hate silavkirin

Her wiha di konferansê de têkoşîna greva birçîbûnê hate silavkirin.

Back to top button