Salvegera 9. a serketina bajarê Kobanê hat pîrozkirin

Doh salvegera 9. a serkeftina berxwedana Kobanê bû.
Îro jî salvegera 10’an a ragihandina Rêveberiya Xweser a Kobanê ye.
Xelkên kantona Kobanê bi şahiyekê salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser û serkeftina Kobanê bi hevre pîroz kirin.

Roja dîrokî ya serkeftina berxwedana kobanê û damezrandina rêveberiya wê ya xweser hatin pîrozkirin.

Şahiya pîrozkirinê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser, bi hezaran şênî û endamên saziyên kantona Firatê hate lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Firatê Mihemed Şahîn li ser berxwedanî, şerê Kobanê û rola wê di avakirina pêşeroja herêmê de axivî.

Şahîn diya kir ku serkeftina Kobanê serkeftina tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn bû û ragihandina rêveberiyê gava herî girîng a ber bi azadiyê ve bû.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El Maşî jî got, kobanê bajarê ku jê berxwedêr derketin û li cîhanê deng veda.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Ayşe Efendî jî anî zimna ku ji her kesekî tê xwestin ku bi berpirsyarî tevbigere.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn jî diyar kir ku îro ji bo tedvahî cîhanê rojeke pîroz e, ne ji berxwedana Kobanê bûya, îro cîhan ne di nava aştiyê de bû û berxwedana jinan li Kobanê raber kiriye îro bûye mîrasa tevahî jinên azadîxwaz.

Piştî axaftinan komên çandê, hunerên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button