Li Srî Lanka dema rewşa awerte hat dirêjkirin

Srî Lanka ji krîzê xelas nabe.
Di demekê ku welatî bi hilweşîna deshilatdariya salan a malbata Rajapaksa keyfxweş dibûn de, alozî dewam dike.
Serokê demkî yê Srî Lanka Ranil Wickremesinghe piştî xwepêşandanên li welat dema rewşa awerte dirêj kir.

Srî Lanka di nava krîzeke giran a siyasî û aborî de di perpite.

Ranil Wickremesinghe ku piştî Serokdewlet Gotabaya Rajapaksa ji welatê xwe reviya û îstifa kir, li Srî Lankayê weke serokê dewletê yê demkî hat erkdarkirin.

Ranil Wickremesinghe biryar da ku Rewşa Awarte ya ku ji ber protestoyan hatibû ragihandin, dirêj bike.

Li welatê ku Rewşa Awarte hat îlankirin, rayeya binçavkirin û girtina gumanbaran ji leşkeran re hat dayîn.

Di heman demê de destûr hat dayîn ku serokê dewletê li derveyî qanûnên heyî ji bo ewlehiya welêt biryaran bigire.

Parlamentoya Srî Lankayê bo diyarkirina cîgirê dewra Rajapaksa wê roja Çarşemê deng bide.

Ev kesê bê hilbijartin wê heta Mijdara 2024’an ser kar bimîne.

Polîs û leşkeran ewlekariya beriya dengdanê li seranserê welat zêde kirine.

Wickremesinghe ku 6 caran serokwezîrtî kiriye, ji aliyê partiya Rajapaksa ve tê piştgirî kirin ku piraniya parlemanê di destê wê de ye.

Di xwepêşandanên ku bi mehan li welatê ku krîza aborî lê tê jiyîn de, herî dawî avêtin ser mala Serokomar Gotabaya Rajapaksa.

Ev yek jî bû sedema ku Rajapaksa neçarî îstifayê bibe.

Rajapaksa piştî bûyeran berê xwe da Maldîv û paşê jî Sîngapurê, bi rêya e-mailê nameya îstifayê da.

Piştî ku Rajapaksa îstifa kir, Serokwezîr Ranil Wickremesinghe ji bo 30 rojan ji aliyê parlementoyê ve wek serokê demkî hat tayînkirin.

Lêbelê, piştî tayînkirina Wickremesinghe, alozî dîsa rabû.

Back to top button