Şefê rejîma AKP’ê Erdogan li ser rêya Tahranê ye

Di demekî ku dewleta Tirk a dagirker gefên oparasoyneke nû li dijî bakurê Sûrî dixwe de, çav vegeriyane ser Îranê. Serokê rejîma Tirkiyê Erdogan, ji bo hevdîtina li gel lîderê Îran û Rûsya li ser rêya Tahranê ye. Çavdêrên siyasî jî dibêjin, hevdîtina di vê demê de, ne tesedufe.

Şefê rejîma AKP’ê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yê bi krîza aborî û siyasî ya li nava welat re asê maye dixwaze rêyeke xelasiyê ji xwere bibîne.

Erdogan vê yekê jî mîna demên derasbûyî bi guhertina bala civakê ya ji bûyerên derveyî sînorê xwe, dixwaze pêk bîne.

Erdogan sibe li paytexta Îran Tahranê wê bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Rojeva serke ya civîna sêalî, bazara li ser Sûriyeyê ye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve a Tirkiyê Erdogan îro ji bo Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îran a 7’emîn wê li Îranê be.

Di roja duyemîn de wê Erdogan beşdarî civîna di Formata Astanayê de tê lidarxistin bibe.

Ev civîn piştî wê yekê tên ku demên dawî êdî Erdogan bi awayekî eşkere gefa êrişeke dagirkeriya li bakurê Sûrî dixwe.

Analîstê Rûs Vladimir Sotnikov ji ajansa AFP re got;

“Dema vê hevdîtinê ne tesaduf e.

Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê jî wek ‘operasyona taybet’ a mîna Rûsyayê ya li Ukraynayê ‘operasyoneke taybet’ pêk bîne.”

Di dema ku Tirkiye di şerê navxweyî yê Sûriyê de piştgiriya opozîsyonê dike, Îran û Rûsya jî piştgiriya Şamê dikin.

Serokomarê Îranê Reîsî beriya niha diyar kiribû ku operasyoneke nû ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê wê aramiyê têk bibe.

Piştî Rûsya êrişî Ukrayna kir, cara yekem wê Erdogan û Putin rû bi rû bi civin.

Back to top button