Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Trump wê tev li lûtkeya NATOˊyê ya li Tirkiyeyê bibe.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got:
DYA’ê hîn jî endamê NATOˊyê ne û em ê li Tirkiyeyê amade bin.
Serok bi xwe dê beşdarî civîna serokên dewletên NATOˊyê ya bê bibe û wê van hemû xalan zelal bike.”
Her çend serokên Amerîkî bi gelemperî beşdarî lûtkeyê dibin lê der barê beşdarbûna a îsal de pirs hatin kirin.
Ji ber ku wî hêrsa xwe li hember NATOˊyê ji ber nealîkariya endamên wê di şerê Amerîkayê nîşan da.
Duh di civîna kongreyê de, Rubio behsa nerazîbûnên Trump kir.
Rubio got ku Trump ji ber vê yekê nerazî ye:
Hin endam destûr neda DYAˊyê ku di demên krîzê de baregehên xwe yên leşkerî li wan welatan bi kar bîne.



