Gerîla TV dîmenê xistina helîkopterê weşand

Gerîlayên HPG’ê Di 30’ê Gulana borî li herêma Şikefta Birîndara derb li helîkoptereke artêşa Tirk dan û li herêma Xeregolê anîn xwarê..
Gerîla TV dîmenê vê çalakiyê bi raya giştî re parvekir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê jî ev agahî da:

“30’ê Gulanê saet di 22:20’an de li ser Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara helîkopter digeriyan.

Di saet 23:00’an de hêzên me li helîkopterê dan û derbên xurt li helîkopterê hate xistin.

Di encama lêdanê de helîkopterekê derbeke giran xwar û xwest ji herêmê dûr bikeve.

Helikoptera ku agir pê ket, nekarî bilind bibe, dema ku dixwest ber bi Xeregolê ve biçe, hêzên me careke din lêdan û ev helîkopter di navbera Şikefta Birîndara û Xeregolê de ket.”

https://youtu.be/f_6yeHMYXro

Back to top button