Dagirkeriya tirk di despêka sala nû de jî êriş pêk anîn.
Gundên navçeya şêrawe û Helebê hatin topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker noqteyekî Rêjima Sûriyê a li Gundê Soxanekê ya navçeya Şêrewa Topbaran kir.
Her weha gundên Birciqasê, Kilotê, Gundê Mezin a Girêdayê heman navçeyê rastî Şêrewa topbaranê hatin.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Minbicê topbaran kirin
Piştî wê berê topên xwe da gundên Minbicê.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker gundên Kawiklî, Mefarîd, Seyade û Yalanlî yên bakur û bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin.