Tevgerên jinan ên li Fransayê ji bo bangewaziya çalakiyên 25’ê Mijdarê li paytext Parîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Tevgerên jinan ên li Fransayê bi mehan e amadekariya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê dikin.
Komîteya amadekar a çalakiyê ji rêxistinên jinan ên Fransa, Tevgera Jinên Kurd-TJK-F, Federasyona Jinên Îrana Demokratîk û 98 rêxistinên jinan pêk tê.
Civîn li avahiya Weqfa Jinan a Parîsê hat lidarxistin.
Di civîna ku gelek saziyên jinan jî amade bûn, bang li hikûmetê kirin ku hemû qanûnên tundiyê rewa dikin bên betalkirin û rêze guhertinên qanûnî bên kirin.
Her wiha banga lidarxistina çalakiyên protestoyî yên navneteweyî hat kirin ku jinên Kurd, Îranî, Afganî, Kolombiyayî, Filistînî û Îsraîlî beşdar bibin.
Tevgerên jinan ên li Fransayê bi yek dengî li dijî tundiyê wiha gotin:
“Em dizanin rêya me dirêj e. Li dijî her cure tundiya li ser jinan em li qadan in.”