Rêveberiya Avê ya Hesekê, ji bo peydakirina Avê dixebite

Şaredariya Gel a Erîşe ji bo çareserkirina pirsgirêka qutkirina ava stasyona Elok, bi hevkariya rêveberiya Avê ya Hesekê, stasyoneke biçûk a ava vexwarinê xiste xizmetê.

Rêveberiya avê, bi xwediyên sahrîcan re peyman çêkir da ku avê ji bîran bikişînin û bigihînin şêniyan.

Niha têne bîr hatiye kolandin da ku av ji stasyona Hime bigihîje bajarê Hesekê.

Rêveberiya avê li gorî derfetên xwe, stasyoneke biçûk a şîrînkirina avê da xebitandin da ku av bigihîje şêniyên gundewarên başûr.

Hevserokê Şaredariya Gel a Erîşe Mihemed El-Cuma diyar kir ku wan zêdetirî bîrekê li herêmê çalak kiriye û eger av qut bibe, wan bi sahrîcan re li hev kiriye.

Back to top button