Li Reqayê mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin

Di Kongreya 3. a Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê de, serok û mecliseke nû ya ji 33 endamanpêk tê hat hilbijartin.

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma ˊPartiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriya me dike yekˊ kongreya xwe ya 3ˊyan li hola Mişwar a Reqayê li dar xist.

Di kongreyê de endamên Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên ji partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Piştî axaftinên di kongreyê de, Îshaq El Dendel ji bo serokê Melcisa Reqa ya partiyê û Fatme El Elî ji bo cîgira serokatiya meclisê û bi giştî 33 endamên meclisê hatin hilbijartin.

Kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Back to top button