Şerê Ermenistan û Azerbeycanê di roja duyemîn de, 38 kes ji herdu aliyan hatin kuştin

Di şerê li herêma Qerebaxê yê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, 6 kes ji aliyê Azerbeycanê û 32 ji aliyê Ermenistanê ve hatin kuştin.

Di roja duyemên a pevçûnan de, her du aliyan hevûdu bi bikaranîna topavêjan tawanbar kir.

Arrtêşa Azerbeycanê ragihand ku wan 6 leşkerên Ermenistanê kuştine.

Her wiha Ermenistanê jî ji aliyê xwe ve kuştina 32 leşkerên Azerbeycanê ragihand.

Azerbeycanê, duh Yekşemê ragihandibû ku wan 6 gund li herêmê rizgar kirine, wezareta Parastinê ya Nagorno Qerebax jî got ku wan 4 firoke û 15 dronên Azerbeycanê, her wiha 10 tank rûxandine.

Di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, duh li ser herêma Nagorno Qerebax a bi nakok şer qewimî û wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku wan 2 helîkopterên Azerbeycanê anîn xwarê.

Back to top button