Çetetyên dewleta Tirk li başûrê Idlibê êrîşî nuqteyên hikumeta Şamê kir û di encamê de 4 leşkerên hikumetê hatin kuştin û birîndarkirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan bi mûşekên germî êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li eniyên Kefer Nûbil li başûr Idlibê kir û di encamê de 4 leşkerên hikumetê hatin kuştin û birîndarkirin.
Di heman demê de jî, hêzên hikumetê deverên El-Fitêra, Kensefera, Sifûhin û Filêfil li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Çavdêriyê duh jî diyar kiribû ku li deverên hêzên hikumeta Şamê li gundê Kefer Betîx li başûrê bajarê Seraqibê teqînine nenas rû dan.