Li Efrîna dagirkirî jin rûbirûyî revandin û destdirêjiyê tê

Li Efrîna dagirkirî jin rûbirûyî binpêkirina cuda tên.
Weke ku êşkence û destavêtin ne bese, niha jî biryara darvekirina wan didin.
Jinên hatine girtin dixwazin bi kirasê dadweriyê ceza bikin.
Bi îdiayên bêbingeh çeteyan li Efrîn cezayê darvekirinê li du jinan birî.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê lîsteke bi navê 10 jinan parve kir.

Li herêma Efrînê ya dagirkirî sûc û binpêkirinên derheqê sivîlan de berdewam in.

Bi taybetî çete berê xwe didin jinan.

Jin bê navber rûbirûyî revandin, metirsî û destdirêjiyê tên.

Ev yek ji aliyê jinên ku karîn xwe bigihînin Şehbayê ve, hatibûn piştrastkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê rewşa 10 jinên girtî parve kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê lîsteyek bi navê jinên li ba çeteyan girtî ne bi raya giştî re parve kir.

Li gorî wê lîsteyê 9 jinên kurd û yeke ereb di girtîgeha Efrînê ya navendî de ne.

Di nava wan de 2 jin cezayê bidarvekirinê lê hatine birîn.

Li gorî çavdêriyê navên jinên ku piştî dagirkirina Efrînê sala 2018 hatin revandin û girtin wiha ne:

1- Kewser Hemade; ji 5 salan ve girtî ye û cezayê zîndanê yê hetahetayî lê hatiye birîn.
2- Şemse Yûsif; jineke ereb e ji 5 salan girtî ye û cezayê zîndanê yê hetahetayî lê hatiye birîn
3- Leyla Yûsif ji 5 salan ve girtî ye, 15 sal cezayê zîndanê lê hatiye birîn.
4-Emîne Bekir Sultan ji 2 salan ve girtî ye û 10 sal ceza lê hatiye birîn
5-Nûra Seydo ji 2 salan ve girtî ye û 8 sal ceza lê hatiye birîn
6- Fatme Xelîl Osman ji 4 sal û nîv ve girtî ye û 7 sal ceza lê hatiye birîn
7- Îman Xalid Kinco ji 3 sal û nîv ve girtî ye û 7 sal ceza lê hatiye birîn
8- Xezale Selmo ji 3 sal û nîv ve girtî ye û 7 sal ceza lê hatiye birîn
9-Xalid Fewzî ji 3 sal û nîv ve girtî ye û 7 sal ceza lê hatiye birîn
10-Mîra Seydo ji 6 salan ve girtî ye

Di girtîgehên çeteyan de jin rastî tundiya zayendî tên

Komîteya Lêpirsînê ya navdewletî ya serbixwe bi Sûriyê jî dawiya Îlona 2021 raporek belav kir û ev tişt anî ziman:

“Jinên di girtîgehên çeteyan de rastî destdirêjî û tundiya zayendî tên û bi sûcên şer bi nav kir.”

Komên çete li Efrînê malbateke Kurd bi hovîtî êşenceke kir

Back to top button