Sêmalka..38 roj in malbatên şehîdan daxwaza cenazeyên şehîdan dikin

38 roj in malbatên şehîdan li ber dergehê Sêmalka daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin. Dayikên aştiyê jî careke din bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên gerîlayên şehîd radest bike.

Ji 5’ê Cotmehê ve malbatên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûn, li ber dergeha Sêmalkayê di çalakiya konvedanê de ne.

Berî niha çend caran van dayikan xestine fermî aliyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê bibînin û daxwazên xwe ji wan bikin, lê belê her ji aliyê hêzên PDK’ê ve dihatin astengkirin.

Dayîkên aştiyê ku tev li çalakiya konvedanê bûne nerazîbûn li ser hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re nîşan dan û careke din banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir.

Back to top button