Margaret Owen: Divê NY dest bi lêkolînê bike

Parêzera Mafê Mirovan a Brîtanî Margaret Owen bêdengiya welatê xwe ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî rexne kir û ji bo lêkolînakirinê jî, bang li NY’ê kir.

Parêzera Mafê Mirovan û Endama Kampanyaya ‘Aştî ji bo Kurdistanê’ Margaret Owen li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkyeya dagirker ve ji Medya Haber’ê re axivî.

Margaret Owen dibêje “Dewleta Tirk yek ji wan 65 dewletan e ku peymana qedexekirina çekên kîmyewî îmze kiriye.

Tevî wê, tenê di du salên dawî de Brîtanya bi miqdareke mezin a pereyan çek firotine Tirkiyê.”

Margaret anî ziman “Dewleta Tirk wan çekan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Iraq û li kampa penaberan a Mexmûr li dijî sivîlan bi kar tîne. ”

Parêzera Mafê Mirovan a Brîtanî da xuyakirin ji bo Brîtanya dest ji vê siyaseta xwe berde, ew di nava hewldanên cûda de ne.

Dawiyê Margaret Owen bang li NY’ê kir ku li cihên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn, lêkolînê bide destpêkirin.

Back to top button