Polonya: Tirkiye koçber derbasî Belarûsê kir

Serokwezîrê Polonya got,
Koçberên li ber sînor, bi rêya vekirina korîdorek navbera Tirkiye û Belarûsê de gihiştine herêmê.
Seroka Komisyona YE Leyen jî gef li Belarûsê xwar û got,
Ew ê çarçoveya cezayên li ser Mînskê berfireh bikin.
NY jî banga aramiyê kir.

Ji ber helwestên Belarûs û karanîna wê ya koçbera Yekîtiya Ewropa bertek nîşan dan.

Welatê ku herî zêde ji krîza koçberên ber sînor bandor bûne jî Polonyay ye.

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ji krîza koçberan Tirkiye tewambar kir û got:

Korîdorek vekirî ya navbera Stenbol û Mînskê de çêbûye.

Bi vê rêyê re bi hezaran koçber derbasî Belarûsê hatin kirin.

Morawiecki yê ev axaftin di civîna parlamentoya welat de dikirî, Enqereyê sûcdar kir û wiha got,

“Em dibînin ku kiryarên Tirkiyeyê bi tevahî bi Belarûs û Rûsyayê re hevdem e.

Ev me aciz dike, em jê hez nakin.”

Leyen: Em ê cezayên li ser Belarûsê berfireh bikin

Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen ragihand ku ji ber krîza koçberan a bi Polonyayê re, wê cezayên li ser Belarûsê berfirehtir bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî von der Leyen pêşwazîkir.

Piştî hevdîtinê von der Leyen li baxçeyê Koşka Spî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Von der Leyen diyar kir ku wan bi Biden re hevdîtinek erênî pêk anîne.

Von der Leyen diyar kir ku di civînê de mijara Ukraynayê û krîza koçberan a di navbera Polonya û Belarûsê de jî aixvîne.

Seroka Komisyona YE diyar kir ku ew ê cezayên li ser Belarûsê berfirehtir bike û ev ceza jî wê li ser kes û rêxistinan be.

Von der Leyen li ser mijarê rexne li Belarûs kir û got,

“Ev ne qeyrana koçberan a di navbera Belarûs û Polonyayê de ye, ev hewldanek rejîma xweser a Mînskê ye ku îstîqrara cîranên xwe xera dike ye.”

NY: Nabe krîza koçberên li sînorê Polonya-Belarûs bê siyasî kirin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku ew ji krîza koçberan a li ser sînorê Belarûs-Polonyayê bi fikar dişopînin.

Dujarric anî ziman ku divê pirsgirêkên koçber û penaberan di çarçoveya prensîbên mirovî û hiqûqa navneteweyî de bên birêvebirin û got,

“Divê ev rewş ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn û di navbera her du welatan de rageşî çênebe.”

Back to top button