Fermandariya YBŞ’ê: Hikûmeta kazimî fermana êrişan ji dewleta Tirk û PDK’ê digre

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Emê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin û di oxira parastina destkeftiyên gelê xwe de çi pêwîst bike emê bikin û em gav paşde navêjîn.” Fermandariyê bang li gel kir rê nedin plan û komployê dijminan.

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrişên hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Fermandariyê bal kişande ser hewldanên dagirkirina Şengalê ya ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve wiha got: “Di 17’ê Nîsanê de ji aliyê hikûmeta Kazimî ve êrişî ser noqteyeke asayîşa Êzîdxanê hat kirin.

Ji bo ku pirsgirêk mezin nebe û armanca van nêzîkatiyan were fêhm kirin, me hewildanek mezin da.

Tevî hevdîtinan hikûmeta Kazimî nêzîkatiyên xwe yê tunekirinê ne guhert û bi hêzeke mezintir berê xwe da Şengalê û êrişî hêzên me û gelê me yê sivîl kirin.”

Fermandariyê destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê bi fermana dewleta Tirk ya dagirker û bi sorkirina PDK ê van êrişan pêk tîne û got: “Em dubare dibêjin pirsgirêka Şengalê ne leşkerî ye, siyasî ye.

Ev hewildanên Kazimî û hikûmete wî rê li pêşiya dagirkirina xaka Iraqê vedike, pêwîst e gelên me yê Iraqî tevahî di zanabûna vê de bin û xwedî helwest bin.”

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir hewildanên bê çek hiştina Êzidiyan û tine kirina hêzên wan rê vekirina li pêşî senaryoya 2014’an e.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de got, “Ji bo carek din gelê me bi fermanan re rû bi rû nemînin em ê di asta siyasî û leşkerî de xwe rêxistin bikin û biparêzin.”

Fermandariya YBŞ’ê: Hevreyekî me şehîd bû û yek jê sivîl 3 kes birîndar bûn

Fermandariya YBŞ’ê derbarê bîlançoya şerê duh de agahî dan:

“Di encama vê şerê de windahiyên herdû aliyan çêbûn.

Hevrêyekî me şehîd ket û sê birîndarî me çêbûn ji wana yek jî sivîl bû.”

Di dewama daxuyaniya xwe de Fermandariya YBŞ’ê careke din diyar kir ew alîgirê çareserkirina pirsgirêkan a bi rêbaza diyalogê ne

Fermandariya YBŞ’ê: Em ê li hember her cure êrişan destketiyên xwe biparêzin

“Em ne li dijî artêşa Iraqê ne, lê em li dijî siyaseta tinekirin û bikar anîna artêşê ji bo berjewendî yên hin aliyên derve û hindir in.

Lê dîsa jî emê li hember her cure êriş, parastina rewa esas bigrin û di oxira parastina destkeftiyên gelê xwe de çi pêwîst bike emê bikin û em gav paşde navêjîn.”

Dawî Fermandariya YBŞ’ê bang li gel kir ku rê nede plan û komployê dijminan û li gel hêza xwe ya parastinê berxwedaniya xwe xurt bike û têkoşîna xwe bilind bike.

Back to top button