Çeteyên DAIŞ’ê êrişî deverên hêzên hikûmeta Şamê ya li Rojhilatê Dêrazorê kirin. Balafirên şer ên Rûsya jî cihên DAIŞ’ê ên li çolistana Reqa bombebaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, vê sibê çeteyên DAIŞ’ê êrişî deverek hêzên hikûmeta Şamê ya li herêma El-Hemra a li rojhilatê Dêrazorê kirin.
Hate ragihandin ku di encamê de 8 leşkerên hikûmetê birîndar bûne.
Balafirên Rûs deverên DAIŞ’ê ên li Reqayê bombebaran kirin
Her wiha çavdêriyê ragihand, balafirên şer ên Rusya jî nêzî 6 êrişên hewayî li dijî deverên çeteyên DAIŞ’ê ên li çolistana Reqayê pêk anî.