HPG: Li Zap, Avaşîn, Metîna û xakurkê 13 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin. HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.

Artêşa Tirk ya dagirker bi piştgiriya PDK’ê ji 17’ê Nîsanê ve li dijî başûrê Kurdistanê êrişa dagirkirinê daye destpêkirin.

Gerîlayên Azadiyê jî bi çalakiyan rojane bersiva êrişan didin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişan û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin;

“Hêzên me li dijî artêşa Tirk ya mêtinger bi çalakiyên mezin berxwedana xwe didomînin. Hêzên me qadên berxwedanê fireh dikin û derbên giran li dagirkeran didin.

Di encama çalakiyên tîmên bi tevger de ku bi ruhê mîlîtanê Apocî li dijî dagirkeran hatin lidarxistin, 13 dagirker hatin cezakirin, çeperek û sîstema kamera ya mobesse hatin rûxandin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên li herêma Zapê de ev agahî parve kir:

“1’ê Gulanê hêzên me ji du aliyan ve li dagirkerên li Girê Şehîd Armanc ku dixwestin xwe bi cih bikin; xistin. Di çalakiya baskê yekemîn de 6 dagirker hatin kuştin û çeperek hat rûxandin.

Di çalakiya baskê duyemîn de jî derb li du çeperan hat xistin.

Heman rojê hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer yên li Girê Şehîd Rûbar xistin.

2’yê Gulanê di encama çalakiya hêzên me de li qada Kevirêkun ya girêdayî Şikefta Birîndaran 3 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha li Girê Şehîd Amargî dagirkerek û li qada Kurêjehro jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê artêşa Tirk ya dagirker çeperên şer yên li qada Kurêjehro 3 caran bi çekên kîmyewî bombebaran kir.”

HPG’ê diyar kir 2’yê Gulanê li Xakurkê hêzên YJA STAR’ê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn xistin û di encamê de dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê ragihand li herêma Metînayê jî hêzên gerîla bi çekên giran li dagirkerên li Girê Azad û qada Kordînê xistin û sîstema kamera ya mobesse hat rûxandin.

Her wiha HPG’ê diyar kir 1 û 2’yê Gulanê qadên bi ser herêma Zap, Metîna û Xakurkê bi balafirên şer û qereqolên li ser sînor ve hatin bombebarankirin.

Back to top button