Rûsya: Me navenda balafirên bê mirov ên Bayraktar bombardiman kir

Ji destpêka êrişên hemberî Ukranyayê, dewleta Tirk bi firtona balafirên şer ên bê mirov, her hewl da şer sor bike. Heta niha beşek ji van balafiran ji aliyê artêşa Rûs ve hatine xistin.. Û îro Wezareta Parastina a Rûsyayê ragihand ku wan navenda balafirên bêmirov, Bayraktar bombardiman kirine.

Devera êriş lê pêk hat, derdora bajarê deryayê Odessa ye.

Li ser mijarê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ev agahî dan:

Navenda lojîstîkî ya balafirên bêmirov ku li nava balafirgeheke leşkerî bû, bo armanca moşkên me.

Li vê navendê çekên ku hêzên rojavayî şandine Ukraynayê hebûn.

Di vê êrişê de moşekên Rûsya ên herî bi bandor hatin bikaranîn..

Û di encamê de balafirên bê mirov Bayraktar TB2, moşkerên Ewrûpî û Amerîkî hatin tinekirin.

Parêzgerê Odessa Maksîm Marçenko êvara Duşemê piştrast kiribû ku li dijî bajêr êrişeke bi moşekan pêk hatiye.

Artêşa Ukraynayê jî diyar kir li Derya Reş 2 botên şer ên artêşa Rûsyayê ji aliyê balafirên şer ên bê mikrov bayraktar ve hatine lêdan.

Piştî vê,

Artêşa Rûsyayê jî diyar kir ku wan li herêmê 3 balafirên bayraktar xistine xwarê.

Back to top button