HRE: Li navçeya Şera ya Efrînê û Marê 3 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû

Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyan bersiva êrişên li ser herêmê didin.
Li bejahiya navçeya Şera ya Efrînê û bajarokê Marê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat xistin.
Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 9 û 10’ê Gulanê de li dijî dagirkeran çalakî lidar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, 9’ê Gulanê li gundê Meryemînê yê navçeya Şera ya Efrînê hêzên HRE’yê avêtin ser komek ji çeteyan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û çekeke çeteyan hate desteserkirin:

Çalakiya duyemîn jî 10’ê Gulanê li bajarokê Marê hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiya sekvanî de jî çeteyek hatiye kuştin.

https://youtu.be/ZH9LTb_La0c

Back to top button