Li Dêrikê cenazeyê şehîd Mazin Şêx bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Dêrikê cenazeya şervanê YPG’ê şehîd Mazin Şêx li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Li bajarê Til Hemîsê jî cenazeya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mecîd El-Azil hate oxirkin.
Her wiha li Kantona Cizîrê merasîma bîranîna şehîdan hebûn.

Ji bo oxirkirina şervanê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Mazin Şêx bi sedan şêniyên navçeya Dêrik, herêmên Koçerat û Beravê li Goristana Şehîd Xebat kom bûn.

Şehîd Mazin Şêx 29’ê Çileyê şehîd bû.

Di mersîmê de kesên axivîn diyar kirin ku êrişên li dijî herêmê, israra bidestxistina serkeftinê û hildana tola şehîdan zêdetir dike.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Şêniyên Til Hemîsê cenazeya şehîd Mecîd El-Azil bi merasîmkê oxir kirin

Li bajarê Til Hemîsê jî bi sedan xelkên navçeyê, endamên saziyên sivîl û meclisan tev li merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mecid Salih El-Azil bûn.

Şehîd Macid di 29’ê Çileyê de bi qezayeke trafîkê şehîd bûbû.

Di merasîmê de kesên axivîn dan zanîn ku bi saya fedakariyên şehîdan ewlehî li herêmê peyda bû.

Cenazeyê şehîd Mecid El Ezil di nava diruşmeyan de hate oxirkirin.

Li Girkê Legê merasîma bîranîna bo 106 şehîd pêk hat

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya Kantona Cizîrê 106 şehîdên di Cotmeh, Mijdar, Kanûn û Çileyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.

Di merasîmê de hate diyar kirin ku şehîdan bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandin, ji ber wê divê em ji xwîna wan re wefadar bin.

Li bajarê Dirbêsiyê merasîma bîranîna 120 şehîdan hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna 120 şehîdên ji meha Îlon heta Cileyê di sal û li cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de peyama dilsoziya bi xeta şehîdan re hate dayîn.

Li Reqa sersaxî ji malbata şehîd Birûsk Zendûra hat xwestin

Back to top button